McGurk: 6 hezar çekdarên DAIŞê li Reqayê hatin kuştin
McGurk nivîsiye jî: “Çekdarên DAIŞê xwe gelekê bihêz didîtin, lê niha ew hatin şikestin û proseya wan biser neket.”
Brett McGurk di serdana xwe dawî de ligel Encûmena Sivîl a Reqayê civiyabû. McGurk Ragihand, Amerîka pêwîstî û alîkariyan dê pêşkêşî deverên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirine bike, ji bo jinûveavakirina wan deveran û peydakirina aramî û xuzmetguzariyan.
Roja 17ê vê mehê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî kontrolkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê bi temamî ragihand.
Rudaw
