Parlamenterê Komel Selîm Şûşkeyî: Tenê encûmena parêzgeha Kerkûkê dikare Necmedîn Kerîm bigohere!
Piştî çend berpirseke YNKê ku cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ew wek xayînên nav YNKê pênase kiribûn, li gel milîsên heşdî şeibî û artêşa pasdaran rêkeftinek kirin û Kerkûk radestî milîsên heşdî şeibî kirin, ku fermandariya giştî ya Pêşmergeyê Kurdistanê ew rêkeftin wek xiyaneteke dîrokî pênase kir. Ji aliyê Bexdayê ve bi awayek rasterast kesek din cîhê Necmedîn Kerîm diyar kir, piştre berpirsên wî baskê YNKê bangeşe kirin ku di demeke nêzîk de kesek nû dê bo erkê parêzgarê Kerkûkê li ser pişka YNKê dê daynin.
Li hember vê yekê endamê fraksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê li encûmena nûnerên Iraqê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji kar dûrxistina Necmedîn Kerîm ji erkê parêzgariya Kerkûkê, parlamentoya Iraqê biryar daye û pêşkeşî serokomar kiriye û Fuad Mehsûm jî îmza kiriye. Lê divê encûmena wezîran careke din pêngav bavêje, eger ev yek bo parêzgehên Iraqê wisa be, bo bajarê Kerkûkê cuda ye, jiber Kerkûk xwedî biryara xwe ye.’’
Herwaha diyar kir, bo ji kar dûrxistina Necmedîn Kerîm ji erkê xwe, pêwîste encûmena parêzgeha Kerkûkê biryar bide, ne desthilatiya dervey encûmenê.’’
Herwaha got, biryara ji kar dûrxistina parêzger ji aliye Necmedîn Kerîm bixwe serî lê daye û heta naha dadgehê biryar nedaye, bixwe jî ecêb mana xwe diyar kir, ma gelo çawa heta biryara dawî ya dadgehê neyê dayîn, çawa parêzgerek din bo Kerkûkê tê diyar kirin.’’
Basnews
