• Thursday, 19 February 2026
logo

Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê dike

Gulan Media October 19, 2017 Nûçe
Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê dike
Di daxuyaniyekê de, her 15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz ji aliyên Iraqê kirin, ji şer û pevçûnan dûr bixin û rewşa Kerkûkê asayî bikin.

Herwiha Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz kir, bi guftûgo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bikin.

Roja 16ê Cotmehê, Heşda Şeibî bi rêkeftin ligel hin serkirdeyên YNKê êrîşî ser Kerkûkê kirin û kerkûk dagîr kirin, ji ber wê jî ji şeva borî ve raperîna camewerî li piraniya navçeyên dagîkirî dest pê kir.

K24
Top