• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan: Divê Iraq hemû pêwîstiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike

Gulan Media October 19, 2017 Nûçe
Erdogan: Divê Iraq hemû pêwîstiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, pêwîst e hikûmeta navendî ya Iraqê hemû pêwîstiyên xelkê Herêma Kurdistanê, ku wî weke “herêma bakurê Iraqê” bi nav kir, dabîn bike.

Di dema vegera xwe ya ji Polandê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyeke bo rojnamevanan de ragihand: “Gotûbêjên me li gel Bexdayê derbarê wê yekê de ku em dikarin çi bikin, berdewam e. Eger ew (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) deriyên sînorî radestî hikûmeta navendî bikin, hingê em jî dê ji Bexdayê re merc danin ku pêwîst e hemû pêwîstiyên xelkê Rêveberiya Bakurê Iraqê dabîn bike. Me heta niha jî deriyên xwe yên sînorê nedaxistine, lê belê ev yek her demekê dikare rû bide.”

Erdogan derbarê Heşda Şeibî de jî diyar kir, ku wan bi ti awayî pêwendî li gel wê hêzê nîne.

Derbarê bicihbûna Heşda Şeibî li Şingalê û Mexmûrê de jî Erdogan diyar kir, ku eger rast be ku Şingal û Mexmûr ketibine bin kontrola Heşda Şeibî, dibe ku ew neçar bimînin li gel muxatebê xwe kar û xebateke cuda bikin.

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li benda vexwandina Tirkiyê ye daku serdana Enqerê bike. Ew yek jî di demekê de ye ku çend wezîrên Tirkiyê bi serokatiya Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu biryar e serdana Bexdayê bike.

Derbarê rewşa Kerkûkê de jî Serokomarê Tirkiyê ragihand, serkirdeyên Kurd dixwastin ku Kerkûk û navçeyên din bi hêz kontrol bikin û tekez kir: “Niha partiyên wan nakok in û hevdu bi firotina hev tohmetbar dikin.”

Li ser alozbûna pêwendiyên Enqere û Waşingtonê jî Erdogan dibêje: “Ez vê bi arîşeyeke demdirêj nabînim, hêvîdarim ku gotûbêj di paşrojeke nêzîk de encamên wan hebe û pêwendiyên me vegerin bo rewşa asayî.”

Rudaw
Top