• Thursday, 19 February 2026
logo

Rojnameya Amerîkî: Hêzên şîe bi tankên amerîkî derbasî nava Kerkûkê bûn

Gulan Media October 18, 2017 Nûçe
Rojnameya Amerîkî: Hêzên şîe bi tankên amerîkî derbasî nava Kerkûkê bûn
Rojnameya The Hill ya Amerîkî raporek derbarê rewşa Kerkûkê de belavkirye û dibêje Amerîka şaştiyeke mezin dike eger rê bide Îranê ku dest bi ser Iraqê de bigre û pişta xwe bide Kurdan.

Rojnameya The Hill ya Amerîkî behsa giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dike û radigihîne: “Kurdan mafekî xwe yê rewa bikaranîn û beşdarî di giştpirsiyê de kirin ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.”

Rojname rexneyan li amerîka dike ku bi pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi cidî wernegirtine heya berî encamdana giştpirsiyê.

Derbarê rola Îranê di bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê de jî rojnameya navborî dibêje, çend roj in Serokê Amerîkayê Donald Trump stratejiya nû li dijê Îranê ragihandiye û Supaya Pasdaran tometbar dike bi destwerdan di karûbarê welatan de lê di heman demê de wezareta derve û wezareta berevaniya Amerîkayê û hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîka rê dane hêzên ser bi Îranê bi otomobîlên leşkerî yên Amerîkî derbasî nava Kerkûkê bibin.

Tora medyayî ya Rûdawê dîmenên taybet yên hatine Heşda Şeibî bo nav kerkûkê bi tankên amerîkî tomarkirine ku li ser tankan silogan û alayên şîeyan hene.

Roja 16ê Cotmeha 2017ê seat 23.30ê piştî paşde vekişiyana beşek ji Hêzên Pêşmergey yên ser bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê êrişên xwe bo ser Başûrê Kurdistanê dest pê kirin, derbasî nava Kerkûk, Xurmato, Xaneqîn û Celewlayê bû û roja 17ê mehê jî çûne nava Şingal û Mexmûrê.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê derbarê êrişa Heşda Şeibî ya bi ser Kerkûkê de ragihan de ku “tevgera” li Kerkûkê bi hemahengiya wan bûye û ti êriş nehatiya encamdan.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê derbarê êrişa Heşda Şeibî ya bi ser Kerkûkê de daxuyaniyeke belav kir û tê de ragihand ku “hêzên hevpeyamaniya navdewletî li Kerkûkê û derdora wê ne piştevaniya hêzên iraqî dike ne jî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.”

Rudaw
Top