Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
Rêveberê Asayîşa Xurmato Kawa Mele Perwêz ji Rûdawê re ragihand, di heyama 24 demjimêran de çekdarên Heşda Şeibî gelek dikan û malên kurdan talan kirin û şewitandin.
Mele Perwêz got: “Heşda Şeibî termên şehîdan di nava kolanan de radikişe û sivikariyê bi cesedên wan dike.”
Li gorî gotina Rêveberê Asayîşa Xurmato hê jî hejmareke zêde ya kurdan li navçeyê maye, piraniya wan pîr û pêkeftî ne. Herwiha yên ji navçeyê reviyane niha li deşt û bilindahiyên derdora Xurmato xwe vedişêrin û daxwaza xwarin û alîkariya lezgîn dikin.
Hevdem di peyamekî vîdeoyî de melayekî Xurmato bang li gelê Kurdistanê û partiyan dike û dibêje: “Bigihin hewara me, ne xwarin û ne ava me heye. Em neçar mane parşekiyê dikin.”
Roja duşemê 16-10-2017, piştî êrîşa Heşda Şeibî gelek hemwelatiyên kurd ji navçeya Xurmato revîne. Hate gotin, ku 500 malbatên kurd çûne navçeya Zinane û li wir asê mane.
Navçeya Xurmatû ser bi parêzgeha Selahadînê ye û 100 kîlometre ji navenda parêzgehê dûr e.
Li gorî amarên beriya şerê DAIŞê, hejmara şêniya navçeyê bi tevê gundên wê 220 hezar kes bûn. Kurd %55, ereb %15% û tirkmen jî %30ê şêniya navçeyê pêktînin.
Rudaw
