• Thursday, 19 February 2026
logo

Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin

Gulan Media October 18, 2017 Nûçe
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
Piştî ku çekdarên Heşda Şeibî bi temamî dest bi ser Xurmato de girtin, rewşa navçeyê xira bûye û kurdên Xurmato daxwaza alîkariya lezgîn dikin. Rêveberiyê Asayîşa Xurmato jî dibêje, çekdarên Heşda Şeibî bi berdewamî malên kurdan didin ber agir.

Rêveberê Asayîşa Xurmato Kawa Mele Perwêz ji Rûdawê re ragihand, di heyama 24 demjimêran de çekdarên Heşda Şeibî gelek dikan û malên kurdan talan kirin û şewitandin.

Mele Perwêz got: “Heşda Şeibî termên şehîdan di nava kolanan de radikişe û sivikariyê bi cesedên wan dike.”

Li gorî gotina Rêveberê Asayîşa Xurmato hê jî hejmareke zêde ya kurdan li navçeyê maye, piraniya wan pîr û pêkeftî ne. Herwiha yên ji navçeyê reviyane niha li deşt û bilindahiyên derdora Xurmato xwe vedişêrin û daxwaza xwarin û alîkariya lezgîn dikin.

Hevdem di peyamekî vîdeoyî de melayekî Xurmato bang li gelê Kurdistanê û partiyan dike û dibêje: “Bigihin hewara me, ne xwarin û ne ava me heye. Em neçar mane parşekiyê dikin.”

Roja duşemê 16-10-2017, piştî êrîşa Heşda Şeibî gelek hemwelatiyên kurd ji navçeya Xurmato revîne. Hate gotin, ku 500 malbatên kurd çûne navçeya Zinane û li wir asê mane.

Navçeya Xurmatû ser bi parêzgeha Selahadînê ye û 100 kîlometre ji navenda parêzgehê dûr e.

Li gorî amarên beriya şerê DAIŞê, hejmara şêniya navçeyê bi tevê gundên wê 220 hezar kes bûn. Kurd %55, ereb %15% û tirkmen jî %30ê şêniya navçeyê pêktînin.

Rudaw
Top