Pisporê erebê sunnî, Cewarî: Hevserê Heşda Şeibî di destê Îranê de ye ne Ebadî
Pisporê serbazî yê Iraqî Rebîh Cewarî, ku di heman demê de siyasetmedarekî sunnî yê ereb e jî, ji heftenameya Bas re behsa Heşda Şeibî ya Iraqê kiriye û gotiye, rast e bi fermî Heşda Şeibî di bin fermana serokwezîrê Irqê Heyder Ebadî de ye lê di piratîkê wisa nîne.
Rebîh Cewarî her wiha gotiye, hevserê Heşda Şeibî di destê pasdarên Îranê de ye û di tevahiya şeran de pîvanên mirovî û exlaqî jî binpê kirine.
Wî pisporê serbazî yê Iraqî daye zanîn ku beşek ji mezinên Heşda Şeibî yên mîna Hadî Amirî û Ebû Mehdî Muhendis li Îranê mane, ji ber wê jî bi temamî peyayên Îranê ne û hevserê wan di destê Qasim Suleymanî de ye.
Rebîh Cewarî li ser artêşa Iraqê jî gotiye, artêşa Iraqê gelekî lawaz û şepirze ye. Heman artêşê di demek kurt de sê parêzgehên Iraqê da DAIŞê. Di şerê DAIŞê de derdora 60 hezar serbazên artêşê û çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin lê heta niha Wezareta Bergirî ya Iraqê ew agahî eşkere nekiriye.
Li gorî Cewarî, di nav Heşda Şeibî de derdora 50 komên çekdar hene, her komek jî girêdayî partî yan aliyekî ne, ev di paşerojê de dê bibe sebeba derketina nakokiyan di nav Heşda Şeibî de.
Rebîh Cewarî ragihandiye ku ji ber şiroveyên wî yên li ser Heşda Şeibî, çekdarên Heşda Şeibî gefa kuştinlê lê dixwin û gotiye, nameyan ji min re dişînin ku eger tu vegerî Mûsilê emê te bikujin.
Wî siyasetmedarê erebê sunnî anî ziman ku eger Pêşmerge nebe, Heşda Şeibî zilma ku aniye serê erebên sunnî, dê bîne serê kurdan jî. Li pişt hemû pilan û êrişên Heşda Şeibî de jî Îran heye. Îran Heşda Şeibî li dijî Kurdistanê gij dike û bikar tîne.
Rebîh Cewarî piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê jî aniye ziman û gotiye, em jî daxwaza herêmeke sunnî dikin. Dibe ku em di paşerojê de daxwaza dewleta xwe jî bikin. Ji ber ku em êdî nikarin bi milîsên şîe re bijîn.
Basnews
