• Thursday, 19 February 2026
logo

Wêneyê Rêberê olî yê Îranê li dezgehên fermî yên Kerkûkê ye

Gulan Media October 18, 2017 Nûçe
Wêneyê Rêberê olî yê Îranê li dezgehên fermî yên Kerkûkê ye
Piştî ku Heşda Şeibî û hêzên iraqî kontrola bajarê Kerkûkê û dezgehên fermî bi dest xistin, li avahiya Encûmena Meclîsa Kerkûkê, wêneyê Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xemaney hat daliqandin.

Wêne û dîmenên li Ecûmena Meclîsa Kerkûkê ku ji aliyê berpirsekî Heşda Şeibî ve hatiye tomarkirin, li ser malperên medyaya civakî hatin belavkirin.

Di dîmenên hatine belavkirin de tê dîtin ku yek jî berpirsê Heşda Şeibî dijûnan dide û gefan dixwe. Lê tişt balkêştir ew e ku di dîmenan de xuya dibe ku wêneyên Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xemaney hatine daliqandin.

Ew berpirsê Heşda Şeibî wiha dibêje: “Hûn nikarîn xwe li hemberî Heşda Şeibî bigrin. Zilamên we li ku derê ne? Em dest danî li ser avahiyên partiyan, Parêzgeha Kerkûkê û tevahiya avahiyên dezgehên fermî. Herwiha me tevahiya bîr û tesîsên petrol jî kontrol kirin.”

Roja 16ê Cotmeha 2017ê piştî paşde vekişiyana beşek ji Hêzên Pêşmergey yên ser bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê êrişên xwe bo ser Başûrê Kurdistanê dest pê kirin, derbasî nava Kerkûk, Xurmato, Xaneqîn û Celewlayê bû û roja 17ê mehê jî çûne nava Şingal û Mexmûrê. Herwiha hêzên îraqî li Kerkûkê dest danîn li ser zeviyên petrolê.

Rudaw
Top