Şêx Cafer: Min biryara vekişînê da û Barzanî ne agahdar bû
Di hevdîtinekê de ligel kenala “NRT” de, Şêx Cafer Mustefa tekezî li ser wê yekê kir, bi ti awayekî Barzanî agahdarî plana vekişîna hêzan nebûye û got: “Heger rêkeftin ji bo vekişînê hatibe kirin, ew xiyanetiyeke mezin e û heger ew xiyanetî nebe, xiyanetî çi ye.”
Fermandarê Yekîneya 70 ku li ser rûyê wî amajeyên nîgeranî û ne rihetiyê diyar dikirin got jî: “Referandûm biryareke rast bû, heger ji vê rewşa niha xirabtir bi ser me de bihata jî, ji referandûmê venakişin.”
Her çend e pêşkêşkarê wê kenalê hewl da Şêx Cafer bi wê aliyê de bibe ku rexne li Serok Barzanî bigire, lê wî red kir li mana Heşda Şeibî li Kerkûkê mukir bê û got: “Berdewam li dijî wê hêzê me.”
Got jî: Ew hêz bi plana herêmî û bi glopa kesk a navdewletî hatibûn û hêla yekem ya Pêşmerge jî şikandibû.
Şêx Cafer Mustefa tekez jî kir, wî biryara vekişîna Pêşmerge da û berpirsayetiya wê jî digire stûyê xwe.
K24
