• Thursday, 19 February 2026
logo

Berpirsê Îstîxbarata Heşda Şeibî ji aliyê pêşmerge ve hate kuştin

Gulan Media October 18, 2017 Nûçe
Berpirsê Îstîxbarata Heşda Şeibî ji aliyê pêşmerge ve hate kuştin
Heşda Şeibî eşkere kir, ku fermandarekî wan ê pile bilind li Bendava Mûsilê di pevçûna li hember pêşmergeyan de hatiye kuştin.

Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî ragihand, ku di şerê duh a li Bendava Mûsilê de, Alîkarê Rêveberê Îstîxbarata Heşda Şeibî Ehmed Ubeydî, ku weke Ebû Yasir dihate naskirin, bi destê pêşmerge hatiye kuştin.

Bi gotina Berdevkê Heşda Şeibî, Ebû Yasir ji bo bidawîkirina plangeriya parçekirina Iraqê li herêmê bûye û li dijî pêşmerge sekiniye.

Beriya were kuştin, Alîkarê Rêveberê Îstîxbarata Heşda Şeibî Ehmed Ubeydî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya facebookê gef li Kurdistaniyan xwaribû û gotibû: “Em bi rê ve ne û tên Bendava Mûsilê. Ew kesên dixwazin ji Iraqê cihê bibin niha ji ber me direvin. Serkeftina li hember Barzanî mîna serkeftina li hember DAIŞê ye.”

Hêjayê gotinê ye, ku duh 17-10-2017, Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Rojavayê Dîcleyê Şêx Elî Rûmanî ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku hêzên iraqî bêyî hemahengiye pêşwex li çeperên hêzên pêşmerge yên li Mûsila Kevin nêzik bûne, di navbera her du aliyan de şer derketiye.

Şêx Elî Rûmanî got: “Di encama şer de 8 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin ku yek ji wan piledar bûye. Herwiha pêşmergeyek jî şehîd bûye û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Rudaw
Top