Partiya Gel a Turkmanî: Li Kerkûkê Heşdê û Cebha Turkmanî bargehên me talan kirin
Li gorî zanyariyên wî berpirsî, Esayib li ser dîwarên bargeha wan dirûşmên taifî nivîsiye û dest li ser bargehên wan danîne.
Kerkûklî zelal kir, dagîrkirina baregehên wan bi rêberiya serokê Cebha Turkmanî Erşed Salihî û çekdarên wî bû.
Navhatî da xuyakirin, duh di dema ku ew ji Kerkûkê derdiketin, ji aliyê çekdarên Heşdê ve teqe li wan hat kirin.
Derbarê endamên din yên partiya wan, Kerkûklî got: Îro çekdarên Cebha Turkmanî û Heşdê girtin ser malên hejmarek ji endamên polîtbîroya Partiya Gel a Turkmanî û teqe bi ser malên wan de kirin.
Hevdem li gorî wan zanyariyên bidest Kurdistan24ê ketine, Cebha Turkmanî ala xwe li ser hejmarek ji avahiyên hizbî û aliyên Kurdî li Kerkûkê bilind kiriye.
Rudaw
