Sinorê Pêşmergey û supay dê weku berî şerrê Mûslê bin
Wezareta Pêşmergey di beyanekê da ragihandîye; Hêla Temasê li navbera hêzên Pêşmergey û supayê Îraqê dê weku berî destipêkirina operasyona Mûslê bin, anku li gor rêkketina Pêşmergey û supayê Îraqê a li 17 çirya yekê ya sala 2016ê bi çavdêrîya hevpeymanan hatîye îmza kirin.
Herwisa diyarkirîye, ewê rêkketinê biryar dabû hêla Temas li navbera Pêşmergey û supayê bê danan û niha herdu alî dê pabendî wê rêkketinê bin û li rojên bê ew hêle dê bê diyarkirin.
Waar.tv
