• Thursday, 19 February 2026
logo

Ala Talabanî: Îran di bûyerên wan du rojên dawî de xwedî roleke mezin e!

Gulan Media October 17, 2017 Nûçe
Ala Talabanî: Îran di bûyerên wan du rojên dawî de xwedî roleke mezin e!
Parlamentera YNKê ragehand, Îran di bûyerên wan du rojên dawî de xwedî roleke mezin bû û Qasim Silêman jî gelek şîret li me kirin.

Di bernameya kanala televizyona El Hedes de, endama fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê Ala Talabanî amaje bi vê yekê kir, ku fermandarê hêza Quds a sipaha pasdaran Qasim Silêmanî bi aşkerayî serdana Silêmaniyê kir û di şîn û serxweşiya koça dawî ya Mam Celal de zincîreyek hevdîtin û guftûgo li gel wan pêkaniye.

Herwaha got, Îran xwedî roleke mezin bû di wan bûyerên navçeyê de û rola Îranê jî bi erênî pênase kir û got: ‘’Gelek şêvir û şîret li me kirin.’’ Herwaha ragehand: ‘’Ew gotinên ku Silêmanî ji me re kirin, Ebadî û birayên Heşdî Şeibî jî gotin, ku divê Kerkûkê zagon û destûrê re bê vegerandin û werin em li ser rêkbikevin.’’

Basnews
Top