• Thursday, 19 February 2026
logo

Pêşmerge ji Mexmûr û Guwêrê vekişiya

Gulan Media October 17, 2017 Nûçe
Pêşmerge ji Mexmûr û Guwêrê vekişiya
Hêza pêşmerge ji eniya Mexmûr û Guwêrê vedikişe û hindek baregahên xwe radestê hêzên amerîkî dike. Lê hê jî Hedşa Şeibî û hêzên iraqî neçûne Mexmûr û Guwêrê.

Berpirsê Mîhwera Mexmûr û Guwêrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, ku wan hêzên xwe ji Mexmûr û Guwêrê vekişandine.

Barzanî da zanîn, ku wan li gel hêzên Iraqê şêwirîne û bi hemahengiya li gel wan li herêmê dimînin.

Sîrwan Barzanî amaje bi wê yekê da, ku kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve bandor li ser hemû plan û bernameyên wan kiriye.

Roja 16-10-2017ê danê sibê hinek hêzên pêşmerge ji derdora Kerkûkê vekişiyan. Li ser vê yekê hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ketin bajarê Kerkûkê. Herwiha navçeyên Xurmato, Daqûq û Gulale jî ji aliyê van hêzan ve hate kontrolkirin.

Îro jî hêzên Heşda Şeibî çûne nav Şingalê. Fermandeyê Mîhwera Rojavayê Dîcleyê ragihand, ku pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî li hev kirine û dê herêm ji aliyê pêşmergeyên êzidî ve were parastin.

Rudaw
Top