ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
Çekdarên Heşda Şeibî îro (17-10-2017) bêyî teqe bi piştgiriya Artêşa Iraqê ketine navenda navçeya Şingalê.
Fermandeya Mîhwera Rojavayê Dîcleyê ya Hêzên Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, ku pêşmergeyên êzidî û grûbên Heşda Şeibî li ser parastina Şingalê li hev kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku herdu aliyan ji bo şer çênebe û xwîn nerije, li hev kirine û êzidiyên nav Heşda Şeibî çûne nava Şingalê.
Hêjayê gotinê ye, ku hejmara pêşmergeyên êzidî 8 hezar kes in û fermandeyiya Şingalê pêk tînin.
Piştî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve, îro danê sibê van hêzan berê xwe dane Şingalê. Hêzên Pêşmerge jî beyî teqe ji nevçeyê derketin.
Rudaw
