Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amîrî de eşkere bû
Parlamenterê Iraqê li ser lîsteya Tevgera Gorran Mesûd Heyder diyar kir ku piştî giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê, di navbera Pavel Talebanî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî, bi serpereştiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û bi navbênkariya Fermandeyê Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî rêkeftineke 9 xalî pêk hatiye.
Li gorî rêkeftinê hêzên Iraqî bê şer dê vegerin navçeyên berî 2014 û herêmeke nû ji Silêmanî, Kerkûk û Helebce were avakirin, û hikûmetek ji bo dê were avakirin.
Xalên rêkeftinê bi vî awayî ne:
-Bicihkirina hêzên iraqî li herêmên kurdan ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û vekişandina Hêzên Pêşmerge ji wan herêman.
- Navenda Kerkûkê bi awayekî hevbeş tê îdarekirin. 15 tax ji bo Kurdan, 25 tax jî ji bo pêkhateyên din, ev ji bo 6 mehan dirêj dike.
-Rêveberiya cihên stratejîk yên Kerkûkê dê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bê îdarekirin. Bargeha Keywan, balafirxane û bîrên petrolê dikevine dest hikûmetê.
- Vekirina firokxaneya Silêmanî.
-Mûçeyaên fermanberên Silêmaî û Kerkûkê hikûmeta Iraqê dê bide.
- Dayîna mûçeyên pêşmergeyên sînorê Silêmanî dê li gor lîsteya ku Pavel Talebanî amade dike be.
-Avakirina Herêma Silêmanî-Kerkûk-Helebce
-Avakirina hikûmeteke nû ji herêma nû re
– Avakirina hikûmetekê ji bo herêma nû.
Rudaw
