• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji Desteya Wezîrên Tirkiyê biryara deriyên sînorî û qada asmanî

Gulan Media October 16, 2017 Nûçe
Ji Desteya Wezîrên Tirkiyê biryara deriyên sînorî û qada asmanî
Piştî ku Encumena Asayişa Netewiya Tirkiyê pêşniyar kir ku qada asmanî ya Tirkiyê li ber Herêma Kurdistanê were girtin Civata Wezîrên Tirkiyê ew biryar pesend kir.

Civîna Encumena Asayişa Netewiya Tirkiyê pêşniyar kir ku, qada asmanî ya Tirkiyê li ber Herêma Kurdistanê were girtin û kontrola deriyê sînorî yê Xabûrê radestî hikûmeta Iraqê bike.

Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê di bo serperiştiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya û derbarê Başûrê Kurdistanê de biryara çend mueyîdeyên nû da.

Di daxuyaniya piştî civînê hatî dayîn de hat gotin ku Encumena Asayişa Netewiya Tirkiyê pêşniyar dike qada asmanî yaa Tirkiyê li ber Herêma Kurdistanê were girtin û kontrola deriyê sînorî yê Xabûrê radestî hikûmeta Iraqê bike.

Piştî civîna Encumena Asayişa Netewiya Tirkiyê, Desteya Wezîra ya Tirkiyê jî civiya.

Cîgirê Serokwezîrê û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag piştî civînê daxuyanî da û ragihand ku biryar hatiye dayîn qada asmanî ya Tirkiyê li ber Herêma Kurdistanê were girtin.

Berdevkê Hikûmetê wiha got: "Di Encumena Asayişa Neteweyî de peşniyara di çarçoveya biryara pêşniyara hatkirin ya ku qada asmanî ya Tirkiyeyê ji bo cihên li Herêma Kurdistana Iraqê re bên girtin de Lijneya me ya Wezîran, pêşniyara Lijneya Giştî ya Ewlehiya Neteweyî ya qada asmanî ya Tirkiyeyê ji bo cihên li Herêma Kurdistana Iraqê re bên girtin pesend kir.Ji niha pê ve dê tu balafir nekare qada asmanî ya Tirkiyê bi kar bîne û ber bi balafirgehên li Birêvebiriya Herêmî ya Bakurê Iraqê ve bifire û ji wir jî dê tu balafir jî nekare ku qada asmanî ya Tirkiyê bi kar bîne."

Rudaw
Top