• Thursday, 19 February 2026
logo

John McCain: Nabe Iraq bi çekên Amerîkayê şerê Pêşmerge bike

Gulan Media October 16, 2017 Nûçe
John McCain: Nabe Iraq bi çekên Amerîkayê şerê Pêşmerge bike
Serokê Komîteya Xizmetguzariya leşkerê ya Encûmena Amerîkayê John McCain got, ew ji pêşketina hêzên Iraqê li Kerkûkê dilgiran e û wan çek dabû Iraqê ji bo şerê DAIŞê bike, ne şerê Hêzên Pêşmerge pê bike.

Senatorê Arizonayê yê Komarparêzan û Serokê Komîteya Xizmetguzariya Leşkerî ya Encûmena Amerîkayê John McCain derbarê şer navbera Hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li derdora Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

John McCain di daxuyaniya xwe de dibêje, ew gelekî dilgirane derbarê wan raportên medyayî ku behsa pêşketina leşkerî ya Hêzên Iraqê li dijî pêgehên Kurdan li nêzîkê Kerkûkê dikin.

McCain diyar kir, ku ew bi taybetî gelek dilgirane ku hêzên Iranê beşek ji wan êrîşan bûn û got, pêwîst e hêzên Iraqê yekser gavên kêmkirina aloziyê bavêjin û pêşketinên xwe rawestînin.

Her di daxuyaniyê de, McCain amaje bi wê yekê dike ku Amerîka çek daye hikumeta Iraqê û hêzên wê perwerde kirin ji bo ku şerê DAIŞê bike û xwe ji gefxwarinan biparêze, neku êrişî pêkhênerên yek ji hikumeta Herêma Kurdistanê bike, ku hevparê qedîm ê Amerîkayê ne.

da zanîn, ku şaş fêm nekin, encamên metirsîdar derdikevin, eger çekên Amerîkî bi vî awayî û bi şaşî werin bikaranîn.

Senatorê Arizonayê yê Komarparêzan di dirêjahiya daxuyaniya xwe de eşkere dike, divê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hikumeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de derbarê xwesteka gelê Kurd de biaxivin û aloziyan rawestînin.

Rudaw
Top