Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê: Divê şerê Kerkûkê demildest were sekinandin
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê, li ser rewşa Kerkûkê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ku li ser twîttera fermî ya wê dezgehê de hatiye belavkirin, hatiye gotin ku ew ji rewşa Kerkûkê gelekî nîgeran in û li dijî her sebeb û hêcetekî ne ku bibe sebeba kuştina welatiyan.
Konsulxaneya Amerîka bang li aliyên şer yên li Kerkûkê jî kiriye demildest şer bidin sekinandin û daye zanîn ku bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re di pêwendiyê de ne bo aramkirina rewşê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku DAIŞ dijminê hemû Iraq û Iraqiyan e loma em ji hemû hêz û aliyan dixwazin bala xwe bidin şerê DAIŞê û azadkirina welatê xwe ji destê wî dijminî.
Rudaw
