• Thursday, 19 February 2026
logo

Zalmay Khalilzad: Heşdî Şeibî bi serpereştiya sipaha pasdaran ve êrîş kirin ser Kerkûkê!

Gulan Media October 16, 2017 Nûçe
Zalmay Khalilzad: Heşdî Şeibî bi serpereştiya sipaha pasdaran ve êrîş kirin ser Kerkûkê!
Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zalmay Khalilzad di tora xwe ya civakî twetterê de derbarê bûyerên Kerkûkê de ragehand ew êrîş plana sipaha pasdaran e.

Khalilzad ragehand: ‘’Milîsên ser bi sipaha pasdarên Îranê bi serpereştiya terorîst Mehdî Muhendis ve êrîşek li ser Kerkûkê dan destpê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Raportên bawerî pê tên radigehînin ku milîsên heşdî şeibî tanqên Abramz ên Amerîkayê li dijî Pêşmerge bikartînin û berî naha ew tanq Amerîkayê dabûn Iraqê û Kurd pêwîstiya wan bi me heye, li hember milîsên ser bi sipaha pasdarên Îranê.’’

Balyozê Amerîka yê berê got: ‘’Pêwîste em wan tanq an têkbibin, ku ew hêzên ser bi sipaha pasdaran nikaribin wan bikarbînin.’’

Basnews
Top