Bi sedan xwebexşên Duhokê amadene biçin Kerkûkê
Berpirsê helmeta tomar kirina navên xwebexş li parêzgeha Duhokê Mihemed Muhsin ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bêhtir ji hezar xwebexşan li seranserê parêzgeha Duhokê di amadebaşiyê dane, her dema ku daxwaz ji me bê kirin, bo Kerkûk an jî Şingalê yan jî her devereke Kurdistanê be, em amadene biçin şer bikin bo parastina keramet û axa xwe. Xelkê Duhokê berheviyên xwe kirine ber bi çeperên Pêşmerge ve biçin û mil bi milê Pêşmerge ve şerê dijmin bikin.’’
Herwaha got: ‘’Bêhtir xwebexş bo berevaniya axa Kurdistanê Pêşmergeyên kevin û ew kesên ku şer dîtine bêhtir ji 300 kesan ku berî naha xizmet û xebateke mezin kirine ketine amadebaşiyê û ber bi çeperên Pêşmerge ve biçin.’’
basnews
