• Thursday, 19 February 2026
logo

Ebadî li ser Kerkûkê: Em erkê xwe yê destûrî pêk tînin

Gulan Media October 16, 2017 Nûçe
Ebadî li ser Kerkûkê: Em erkê xwe yê destûrî pêk tînin
Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Tişta ku me li Kerkûkê kiriye tenê bicîhanîna erkekî destûrî ye ji bo selmandina desthilata federalî û parastina samanên nîştîmanî.”

Ebadî daxwaz ji hêzên pêşmerge kir, ku weke beşek ji hêzên çekdarên Iraqê, di bin fermandariya serkirdetiya navendî de erkên xwe bicîh bînin.

Ev çend roj e Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hêzên xwe anîbûne başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina bajêr û navçeyên wî didan.


Demjimêr 11.30ê şeva derbasbûyî 15-10-2017, hêzên Heşda Şeibî ji eniyên Daquq, Taze û Xurmato êrîşê ser çeperên pêşmerge kirin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Heşda Şeibî bi çekên amerîkî êrîşê pêşmerge dikin.


Hêzên Iraqê raste rast bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest bi vê êrîşê kirine û dixwazin pêşmerge bajarê Kerkûkê radestê wan bikin.

Rudaw
Top