Wezareta Derve ya Amerîka: Em çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê şer û aloziyên li Kerkûkê ragihand: “Em gelek nîgeranin ji wan zanyariyên ku behsa rûbirûbûnê li vî bajarî dikin.”
Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji medyayên wî welatî re ragihandiye: “Em bi hûrî çavdêria rewşa Kerkûkê dikin, em gelek jî nîgerin ji wan zanyariyên ku behsa rûbirûbûna navbera hêzan dikin.”
Berpirsê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha dibêje: “Em li gel hemû aliyan di gotûbêjê de ne bo kêmkirina nakokiyan.”
Ji derenngiya şeva bihorî ve hêzên Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî û polîsên federalî yên Iraqê bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ber bi Kerkûkê ve dest bi êriş û tevgerên leşkerî kirin.
Piştî ku di demên destpêkê de li çend cihan şer û pevçûn di navbera hêzên iraqî û hêzên pêşmerge de derket, beşek ji pêşmergeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bêyî şer ji devera Pîşesazî ya Taze Xurmato li başûrê Kerkûkê û Til Werd li başûr rojavayê Kerkûkê vekişiyan.
Piştre Liqa 3 a Kerkûkê ya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ragihand, ku Supaya 4 a Pêşmergeyê Zêrevanî û Lîwaya 2 a Pêşmerge ji bo ku cihê wan hêzan bigirin, gihîştin Til Werdê.
Herwiha Cîgirê Fermandeyê Pêşmergeyê Zêrevanî, Seyid Hejar ji Rûdawê re ragihand: “Îro duşemî 16-10-2017 zêdetir ji du lîwayên pêşmerge ku ji supayên 4 û 5 ên pêşmerge û beşek ji supayên 1, 2 û 3 ên Pêşmergeyê Zêrevanî pêk tên, bi hemû pêdawîstiyên şer ve ber bi sînorê Kerkûkê hatin şandin.”
Seyid Hejar got: “Hemû ew hêzên ku ber bi Kerkûkê ve çûne, tevahiya pêdawîstiyan bi wan re ye û tekez kir: Hêzên Yedek (ihtiyat) û hêzên navçeyên din jî li cihê xwe ne.”
Rudaw
