Heşda Şeibî çû nav taxên kurdan li Xurmato
Rêveberê Asayîşa Xurmatû Kawa Mele Perwêz ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber paşde vekişandina hinek yekîneyên pêşmerge, çekdarên Heşda Şeibî ketine nav taxên kurdan.”
Kawa Mele Perwêz got: “Em berevaniyê dikin lê mixabin hinek yekîneyên pêşmerge çeperên xwe vala kirin û paşde vekişiyan. Ev jî bûye sedem, ku Heşda Şeibî bikeve nava taxên kurdan.”
Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ev çend roj bûn hêzeke zêde anîbû ser sînorê başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina Kerkûkê dixwarin. Danê dibê ya roja 16-10-2017ê, Heşda Şeibî li başûrê Kekrûkê û Xurmato dest bi êrîşa ser hêzên pêşmerge kir.
Piştî şer û pevçûnan beşek ji pêşmergeyên ser bi YNKê ve hêzên xwe paşde vekişandin. Xelkê Kerkûkê li hember paşdevekişandina hêzên YNKê nerazîbûna xwe nîşan da û bi çekan daketin kolanan. Herwiha ji Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî hejmareke zêde ya xwe bexşan gihiştine Kerkûkê.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku Heşda Şeibî bi çek û otomobîlên zirxpoş ên Amerîkayê êrîşê pêşmerge kirine û pêşmergeyan 5 hummerên wan têk birine.
Rudaw
