• Thursday, 19 February 2026
logo

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Heşd bi çek û tankên Amerîkî êrîşî ser Pêşmerge kir

Gulan Media October 16, 2017 Nûçe
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Heşd bi çek û tankên Amerîkî êrîşî ser Pêşmerge kir
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere dike, îro Heşda Şeibî bi çekê û tankên Amerîkî ji du eniyan ve êrîşî ser hêzên Pêşmerge kir.

Wek daxuyaniyiya Encûmena Asayişê amaje pê kiriye, êrîşa Heşda Şeibî li eniya Taze – Kerkûk û pireya Meryem Bek bûye û Pêşmerge jî karî êrîşê têk bişikîne.

Di êrîşê de nêzîkî 5 Hemer û otombîlên leşkerî yên Heşda Şeibî hatin şewitandin.

Encûmena Asayişê di daxuyaniyê de aşkere dike, ku Heşda Şeibî ji aliyên tê piştevanîkirin, bi çek, tank û hemerên Amerîkî êrîş birin ser hêza Pêşmerge.

Di daxuyaniyê de hat, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike, hêza Pêşmerge berdewam dibe di berevanîkirina gel û xaka Kurdistanê de.

K24
Top