Şahê Erebîstanê: Îran sponsorê terorê ye
Li gorî ragihandina Şahaneya Siudî, di peywendiya telefonî de Şah Selman ji Trump re gotiye: “Îran sponsorê terorê ye û divê destwerdanên wê yên li navçeyê werin sînordarkirin.”
Şahê Erebîstana Siûdî balkişandiye ser hevkariya di navbera Amerîka û hevpeymanên wê ji bo gihiştina ewlekariya cîhanê.
Li gorî daxuyaniyê Şahê Erebîstanê hewldanên Trump ên ji bo rûbirûbûna metirsiyan û bi taybetî jî ya li hember siyaseta Îranê ya li herêmê bi erênî pêşwazî kiriye.
Hêjayê gotinê ye, ku roja Înê Serokê Amerîkayê Donald Trump stratejiya welatê xwe ya li hember Îranê eşkere kir û ragihand, ku dê Amerîka û hevpeymanên wî yên li herêmê dê rûbirûyê çalakiyên tevlîhevkirinê yên Îranê bisekinin.
Trump da zanîn, ku ew dê guvaşa ser Îranê bişidînin da ku hevkariya xwe ya jin bo grûbên terorîstî bidawî bike, pêşiya Îranê bigrin da ku dest bavêje çekên atomî.
Donald Trump herwiha Wezîrê Gencîne jî raspart da ku cezayê zêdetir bi ser Supaya Pasdaran de bisepîne.
Rudaw
