• Thursday, 19 February 2026
logo

Endamê encumena Kerkûkê, Cebarî: Hêzên hevpeyman bi tundî hişyarî daye Heşda Şeibî

Gulan Media October 15, 2017 Nûçe
Endamê encumena Kerkûkê, Cebarî: Hêzên hevpeyman bi tundî hişyarî daye Heşda Şeibî
Endamekî encumena parêzgeha Kerkûkê ragihand, hêzên hevpeyman bi tundî hişyarî dane Heşda Şeibî ku eger êrişî Kerkûkê bikin dê li wan bidin.

Şeva borî hindek mabû Heşda Şeibî êrişî Pêşmerge û bajarê Kerkûkê bike lê heta vê gavê pilan û êrişên wan pûç û vala derketine.

Endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ji televîzyona K24 re gotiye, hêzên hevpeyman bi tundî hişyarî dane hêzên Iraqî û Heşda Şeibî ku eger êrişî Kerkûkê bikin dê li wan bidin.

Azad Cebarî her wiha gotiye, hêzên hevpeymna her wiha ragihandine ku her hêza ku şer bide destpêkirin dê lê bidin.

Fermandeyekî Pêşmerge jî ji televîzyona K24 re gotiye, hêzên hevpeman ji Pêşmerge re gotine bila şer ji aliyê we ve dest pê neke, eger Heşda Şeibî êrişî we kir emê mudaxele bikin.

Basnews
Top