Parêzgeha Besra gefên ragihandina herêmeka serbixwe kirin
Welîd gîtan cîgirê serokê civata parêzgeha Besra ragihand; Besra xwadana pişika mezine ji budceya dewletî ku digehe 80% ji sercemê dahatê Îraqê.
Got jî; Hikumeta navendî li Bexdayê şayisteyên darayî yên wê parêzgehê ji bo demekê dirêje namezêxe, wê yekê jî kartêkirineka mezin li pirojeyên xizmetkarî û sitratîjî kirîye.
Gîtan ragihand jî; Parêzgeha Besra dê ber bi rageihandina herêmeka serbixwe biçe da mafên xweyên darayî bi parêze û got; Hikumeta Bexdayê şayisteyên pitrodolar jî li ser parêzgehê birîne, ku parêzgehê bi wî perey karûbarên xwe birêve dibirin.
Waar.tv
