Kemal Kerkûkî: Heşda Şeibî bi çekên hevpeymanan gefê li Kurdistanê dike
Kerkûkî got jî: "Di reftar û tevgera hêzên Iraqê de, xuya dibe ku niyeta xirab li cem wan heye, me jî li pêşya wan hemû amadekariyên xwe kirine, bi hêvî me şaştiyê nekin, ji ber ku bi çêbûna şer emê hemû ziyanê bibînin û piroseya siyasî têk diçe."
Herweha Kerkûkî diyar kir: "Piraniya çekdarên nav Heşda Şeibî biyanî ne û ji derveyî Iraqê hatine û Heşda Şeibî bi çekên hevpeymana navdewletî ku ji bo artêşa Iraqê hatibû radestkirin, daku şerê DAIŞê bike, gefê li gelê Kurdistanê dike."
K24
