KERKÛK - Ji artêşa Iraqê gefa êrişê
Berpirsê Hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand ku hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibê plan dikin dest bi êrişê bikin.
Kemal Kerkûkî anî ziman wan hişyarî daye, dibe ku hêzên bi ser artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve piştî seat 00.00 dest bi êrişê bikin û got: “Heger hêzên iraqî piştî nîve şevê pêş bikevin em dê êrişê wan bikin.”
Ji aliyê din ve yek ji fermandeyên Hêzên Pêşmerge Westa Resûl ji Rudaw re ragihand ku Amrîka rewşa Kerkûkê ji nêzîk ve dişopînê û ji pêşmergeyan xwesetiye ku dest bi şer dijî hêzên iraqî nekin, lê di heman demê de jî çekdarên Heşda Şebî û artêşa Iraqî bi çekên Amerîkî şer dikin.
Hêzên Heşda Şeibî , polîsên Fedralî û Artêşa Iraqê li gundê Beşîr bi dirêjahiya navçeyê heta Tilwerd li hemebr Pêşemerge rawestiyane û ava zê biçûk dinêvbera wan deye.
Hêzên pêşmerge teqê nakin lê amade ne berevaniyê bikin û balafirên hevpeymanan berdewam liser asmanê navçeyê digerin û çavdêriya hêzên Iraqî û sengerên pêşmerge dikin.
Rudaw
