• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye: Nûçeya mirina Ocalan derew e

Gulan Media October 14, 2017 Nûçe
Tirkiye: Nûçeya mirina Ocalan derew e
Serdozgeriya komarê ya bajarê Bûrsa yê Tirkiyê ragihand, nûçeyên ku behsa mirina rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan dikin, derew in.

Li hinek malper û rûpelên înternetî de hatibû belav kirin ku ev demek e rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan di girtîgehê de miriye.

Li ser vê mijarê, serdozgeriya komarê ya bajarê Bûrsayê ragihand, ew nûçe û agahî derew in û yên ku ew nûçe belav kirine dê rastî lêpirsînê bên.

Abdullah Ocalan sala 1999 li Kenyayê hat girtin û ji wê demê ve heta niha di girtîgeha Îmraliyê de ye. Girtîgeha Îmraliyê li nav deryaya Marmara de ye û girêdayî parêzgeha Bûrsa ya Tirkiyê ye.

Basnews
Top