Kurdistanê bo çareseriya krîzê 5 pêşniyar dane Bexdayê!
Pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam in û piştî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê pirsgirêkên navbera her du aliyan zêdetir bûne û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê aloztir bûne.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û pisgirêkên petrolê destpêşxeriyek pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.
Destpêşxeriya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ji 5 xalan pêk hatiye ku bi vî awayî ye:
“1 - Hikûmeta Iraqê mûçeyên hemû karmendên hikûmetê, beşên xizmetguzariyên hikûmetê, pêşmerge, polîs û asayiş û xanenişînan dabîn bike, ku mehane dike 915 milyar dînarê iraqî
2 - Pişka %17ê berhemên petrol yên tevahiya Iraqê bo bikaranîna navxwe ya Kurdistanê were dabînkirin, bi mebesta bikaranîna bo parzpngehan (rafîneriyan) û sentralên berhemanîna elektirîkê.
3 - Di bûdceya bikarbirina Iraqê de pişka %17 bû bûdceya bikarbirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabîn bike (ji bilî bûde û mûçe).
4 - Hikûmeta Iraqê garantiya dana pereyên şîrketên navdewletî yên berhemanîna petrolê li Kurdistanê bike, li gorî wan girêbestên ku hatine kirin, daku ew şîrket li ser berhemanîna petrolê û bi dest xistina qazancê berdewam bin
5 - Yan Hikûmeta Herêmê pêşniyareke herî hêsan dike ku ev jî ev e: %17 ji tevahiya berhemên petrola Iraqê û Kurdistanê bi Hikûmeta Herêmê bihê dan û Hikûmeta Herêmê bi xwe tevahiya xalên li serî digire ser milê xwe.”
Rudaw
