• Friday, 20 February 2026
logo

33 parlamenterên ewropî piştgiriya xwe bo Kurdistanê ragihandin

Gulan Media October 14, 2017 Nûçe
33 parlamenterên ewropî piştgiriya xwe bo Kurdistanê ragihandin
Koma Dostên Kurdistanê li parlamentoya Ewropayê ku ji 33 parlamenterên tevahiya fraksyonan pêk hatiye, di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe bo Başûrê Kurdistanê nîşan da û ragihand: “Ew bi nîgeranî ve berê xwe didin komkirina hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li derdora Kerkûkê.”

Parlamenterên Ewropayê di daxuyaniya xwe de pesna helwesta Herêma Kurdistanê bo hewldanên ji bo rûniştin û gotûbêjan kirin û daxwaz ji rayedarên Bexdayê kirin, ku pêşwazî li daxwaza Kurdistanê ya bo danûstandinan bikin û diyalogê red nekin.

Her 33 parlamenterên ewropî yên Koma Dostên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêjin, ku benda destûrî yên taybet bi asayîkirina rewşa Kerkûkê heta niha nehatiye cîbirîkirin, di demekê de ku diviyabû di dawiya sala 2007ê de bihatiba cîbicîkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî, parlamenterên Ewropayê amaje bi wê yekê dikin, ku di havîna sala 2014ê de artêşa Iraqê li hember rêxistina DAIŞê şikest xwar û herifî, lê belê di bin siya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de ew navçe bi parastî man û nekevtine destê DAIŞê.

Rudaw
Top