• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka: Em ji nêzîk de çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin

Gulan Media October 14, 2017 Nûçe
Amerîka: Em ji nêzîk de çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin
Wezîrê Berevaniya Amerîka James Mattis derbarê rewşa Kerkûkê de ragihand, ku ew bi hûrî çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin û rê nadin ku ti alozî li deverê derkeve.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis ragihand, Waşington bi hûrî çavdêriya rewşa Kerkûkê dike û hewl dide pêşiya her aloziyekî bigire.

James Mattis di civîneke rojnamevanî de di bersiva pirsyareke li ser rewşa Kerkûkê de, ku gelo wî çi peyamek heye bo berpirsên Kurd û Iraqî, got: “Divê Hemû alî tekezî li ser şikestdana DAIŞê bikin, niha em nikarin pişt li hev bikin, em naxwazin rewş aloz be û berev şerkirinê ve biçe.”

Mattis her wiha got: “Em bi hûrî çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin. Wezîrê Derve Rex Tillerson jî gotiye min, ku ew ji nêzîk ve agahdarê rewşê ne û hewl didin, ku rêgirî li çêbûna aloziyan bikin.”

Basnews
Top