Ofîsa Fuad Mehsûm: Serokomar peyam bo ti kesan ne biriye
Nivîsingeha Ragihandina Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, ku armanca serdana Fuad Mehsûm ya Silêmaniyê, gotûbêjkirina kirîza niha bûye, ji bo dîtina çareyeke bilez e ji bo rizgarkirina welat ji metirsiyan. Herwiha peydakirina rewşeke guncayî, çareseriya aştiyane û vegera ser rêbazê diyalogê di navbera Kurdistan û Bexdayê de ye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku derbarê awayê çareserkirina kirîz û pirsgirêkan de nerîn û hizrên Serokomar hene.
Ev daxuyanî di demekê de ye, ku Fuad Mehsûm şeva derbasbûyî bi serdanekê gihişte Silêmaniyê û derbarê rewşa Kerkûkê de bi serkirdtiya YNK re civiya. Hqate gotin, ku Mehsûm şeş daxwazên Ebadî û Heşda Şeibî gihandiye YNKê.
Li gorî zanyariyên Rûdaw daxwazên hevbeş yên Heyder Ebadî û Heşda Şeibî dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê parêzgarya Kerkûkê û radestkirina bîrên petrolê, vegerandina pêşmerge ye bo wan cihên beriya Hezîrana 2014ê ye.
Rudaw
