• Friday, 20 February 2026
logo

Sîrwan Barzanî: Em xwe ji Kerkûkê venakêşin!

Gulan Media October 14, 2017 Nûçe
Sîrwan Barzanî: Em xwe ji Kerkûkê venakêşin!
Serpereştyarê eniya Guwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî teqez kir ku hêzên wan di nava Kerkûkê de di rewşa amadebaşiyê de ne û dê ji Kerkûkê venekişin.

Serpereştyarê eniya Guwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî bi televizyoneke siûdî re axivî û destnîşan kir ku tevgerên hêzên Iraqî êrîşkar xwiya dikin.

Herwiha fermandarê kurd diyar kir ku "hêzên Iraqî li başûrê bajarê Kerkûkê kom dibin û ev tevgerên wan ne pêşbînkirî ne."

Li gorî malpera Al Sumariyayê, Barzanî destnîşan kiriye ku tevgerên hêzên Heşdî Şeibî li başûrê parêzgehê provokatîv in".

Ji aliyê din ve, fermandarê Guwêr û Mexmûr diyar kir tawanbar kirinên ku demografiyê digoherînin ne rast in.

Basnews
Top