• Thursday, 19 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Em Kerkûkê radestî ti kesan nakin

Gulan Media October 14, 2017 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Em Kerkûkê radestî ti kesan nakin
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di derbarê rewşa Kerkûkê de ragihand, ku weke çawa di şerê li dijî DAIŞê de xelkê Kerkûkê daketin kolanan, niha jî gelek kesên xwebexş ji bo berevaniya di ber Kerkûkê de di amadebaşiyê de ne.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got: “Rewşa Kerkûkê pir aram e. Herwece carên berî, di dema gef û metirsiyên li ser Kerkûkê, xelk amade ye heta dilopa dawî ya xwîna xwe parastina Kerkûkê bikin. Min seredana sengerên şer li Keywanê kir û moralê Pêşmergeyan gelekî bilind e. Ji bo parastinê hinek guhertin pêk anîne da ku çeperên xwe bi hêz bikin û dijmin negihe armancên xwe yên çepel.”

Herweha parêzgarê Kerkûkê di derbarê daxwazên Ebadî û Heşda Şeibî de ku serokomar pêşkêşî YNKê kirine got, ew bi fermana Heşda Şeibî nebûye parêzgar û li ser fermana Heşda Şeibî jî dev ji posta xwe bernade û xelkê Kekrûkê û Civata Parêzgeha Kerkûkê wê biryarê bistîne.

Kerîm got: “Heşda Şeibî hêzekî biyanî ye li Kerkûkê. Li ser hebûna me dê xelkê Kerkûkê û Civata Parêzgeha Kerkûkê biryar bide. Ti aliyek nikare vê daxwaza xwe bi ser gelê Kerkûkê de bisepîne. Di vî warî de yasa pir zelal in.”

Herweha Necmedîn Kerîm eşkere kir, ku ew ne axa Kerkûkê, ne gelê Kerkûkê û ne jî samanên Kerkûkê radestî aliyekî din nakin, û bi ti awayî wan daxwazên Ebadî û Heşda Şeibî qebûl nakin.

Rudaw
Top