Li Xurmatû çek hatine bêdeng kirin
Qaymiqamê navçeya Kerkûkê Şelal Ebdul ji Rûdawê re ragihand: “Şeva derbasbûyî heta danê sibê bi telefon me danûstandin li gel hêza Bedir, çekdarên Esaîbî Ehlî Heq û hêza Şehîd Sedir kir. Di encamê de em gihiştine wê biryarê ku teqekirin were sekinandin.”
Ebdul da zanîn, ku niha rewşa navçeyê aram e û got: “Şeva derbasbûyî ji ber aloziyan cadeya sereke ya bajêr hatibû girtin lê niha hatin û çûn asayî bûye.”
Piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, di serî de Kerkûk û Xurmatûyê, li nêzîkî sînorê navçeyên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hêzên Iraqê ketin nava liv û tevgerê. Ev yek bû sedema ku hêzên pêşmerge bikevin amadebaşiyê.
Herwiha li Xurmatû çekdarên Heşda Şeibî teqe li hemwelatiyan kirin û bi zora çek xwestin kurdan ji malên wan derbixin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge derbarê vê yekê de hişyarî dan û banga aramkirina rewşê kirin.
Navçeya Xurmatû ser bi parêzgeha Selahadînê ye û 100 kîlometre ji navenda parêzgehê dûr e.
Hejmara şêniya navçeyê bi tevê gundên wê 220 hezar kes in, kurd %55, ereb %15% û tirkmen jî %30ê şêniya navçeyê pêktînin.
Rudaw
