Nêçîrvan Barzanî bang li cîhanê kir pêşiya şer bigirin
Em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxwazê ji birêz Ayetulah Elî Sîstanî, hemû aliyên îraqî, hemû rêxistinên medenî û aşitîxwaz, Neteweyên Yekgirtî, Amerîka, Yekêtiya Ewropayê, dewletên endam di Hevpeymaniya li dijî DAÎŞê, dewletên endam di Konseya Ewlekariya Navdewletî û welatên cîran dikin ku, ji bona dûrxistina deverê ji şerekî nû bi lezgînî rola xwe bilîz in. Daxwazê dikin hêzên îraqî û tu hêzên derekî hewila dirustkirina şer nedin, çûnkî dê rasterast bi xerapî bandorê li ser rewşa navxweyîya Îraqê û hemû deverê bike û rê li pêşiya bihêzbûna DAÎŞê û rêxistinên din yên terorîstî li deverê rê xweş dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona çareserkirina rasteqîne ya hemû pirsgirêkan berheviya xwe ji bo danûstandinên avaker nîşan dide û berpirsiyara şer û encamên xerap dixe sitoyê aliyê bermaber û fermandarê giştiyê hêzên çekdarên Îraqê birêz Heyder Ebadî.
Daxwazê ji hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ji kurd, ereb, tirkman û kirîstiyanan dikin bi moraleke bilind ji bona bersivdana hemû êrîşan amade bin û ji bona parastina hemû bajarên Kurdistanê bi her awayî piştevaniya pêşmerge bikin, daku bajarên me jî weke bajarê Mûsil, Enbar û bajarên din yên Îraqê rastî komkujiyê û wêrankirin nebin, daxwazê ji hemû partî û aliyên siyasiyên Kurdistanl dikim ku, ji bona parastina aşitî û bergirîkirinê ji Kurdistanê yekhelwest bin.
Bajarên Herêma Kurdistanê ji bo hêmbêzkirina bi sedan hezaran koçber û penaberên şerê dijî DAÎŞê û şerê mezhebî li Îraqê hişarek bû, gelek ecîbe hikûmeta Îraqê dixwaze bi êrîşên leşkerî aramiya wan deveran jî têkbide.
Sala 2014ê, piştî arteşa Îraqê ji Kerkûk û deverên derdûra wê revîya û çekê û cebilxaneteke emzin ji bo DAÎŞê bi cî hişt, hêzên pêşmerge di hawara xelkê wan devera çû û ew ji bin destê DAÎŞê parastin, ji hîngê were xelkê wan deveran di rewşeke wisa aram de dijîn ku tu deman aramiya bi wî awayî nedîttiye, ev jî ji encama fedekariya pêşmerge, polis, saziyên emnî û hevkariya xelkê Kurdistanê ye.
Me gelek caran ragehndiye ku çênabe tu çareserîyên dûr ji daxwazên şêniyên wan devaran bi ser wan de bê feriz kirin û divê îdareyeke xwedî taybetmendî ku mafên hemû pêkhateyan li ber çavan bigire ji bo wan deveran hebe û ji bona vê armancê hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye hevkariyê bike.
Niha jî em careke din dubare dikin ku ji bona destpêkirina diyalogê em amadene, em li dijî wê yekê ne ku bikaranîna çekan pirgirêkan çareser bikin, divê hemû pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi diyalogê bên çareser bikin û çênabe daxwazên me yên ji bo danûstandin û lihevtêgihiştinê bi gefan, komkirina hêz û arteşê û bi avêtianpêngavên şerxwazane bên bersiv dan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
13.10.2017
