• Thursday, 19 February 2026
logo

Bi Dehan hezaran pêşmerge û çekên giran giheştine sînorê parêzgeha Kerkûkê

Gulan Media October 13, 2017 Nûçe
Bi Dehan hezaran pêşmerge û çekên giran giheştine sînorê parêzgeha Kerkûkê
Rêveberiya Asayîşa Kerkûk(PDK) ragehand ku, dehan hezar pêşmerge li gel çekên giran giheştinparêzgeha Kerkûkê û rê nadin ti hêzek derbasî xaka Kurdistanê bibe.

Rêveberiya Asayîşa Kerkûk(PDK) di daxuyaniyekê de îro, Înê belav bibû, kopiyeka wê giheşte BasNewsê jî ragehand ku, bi fermana Mensûr Barzanî lîwayê taybet 1 û leşkerê Gulan û hêzên piştvanî 1 û çendîn lîwayên hêza zêrevanî, herwiha bi deh hezaran pêşmerge li gel çekên giran giheştin sînorê parêzgeha Kerkûkê.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ku, xelkê bajarê Kerkûkê piştrasdikin ku, pêşmerge rê nadin ti hêza dujminan derbasî nav xaka pîroz a Kurdistanê bibe.

Şeva borî encûmena asayîşa herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya taybet Tiwîterê belav kiribûn ku, hejmarek berçav ji hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bi niyetin derbasî Kerkûkê bibin.

Basnews
Top