Mesrûr Barzanî:Helwesta Amerîka û civaka navnetwî hişt ku, Bexda vê helwsta niha bistîne
Di çarçoveya hevdîtina xwe di bernameya Hard Talk de li kenala BBC ya Brîtanî de Rawêjkarê encûmena Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku, me çaverê dikir ku, wan piştgiriya danûstandinên aştyane di navbera me û Bexdayê li pêşiya referandomê û piştî wê kiriban, hikumeta Iraqê û serokwezîrê berî referandumê gotibû ku, ew ne niha û ne jî li paşerojê referanduma serxwebûna Kurdistanê qebulnakin, weha kirin ku, ti bijardeya din li pêşiya me nebe ji bilî ku, em vegerin xelkê û bizanin ka wan çi dive.
Barzanîn got jî ku, me çaverêne dikir ku civaka navnetewî û Amerîka li dijî referanduma bibin, ew alî eger piştgiriya referandumê nekin jî lê dikarin bê alî ban û serpiriştiya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriban û bi rêyên aştiyane pirsgirêk çareser kirban.
Herwiha Rawêjkarê encûmena Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rexne li helwesta Amerîkayê û civaka navnetewî li dijî referandumê dike û dibêje ku, vê helwestê rê li ber Bexdayê vekir ku, dorpêçê bixe ser Kurdistanê.
Basnews
