• Friday, 20 February 2026
logo

Hacî Mehmûd: Emê bi xwîna xwe Kerkûkê biparêzin

Gulan Media October 13, 2017 Nûçe
Hacî Mehmûd: Emê bi xwîna xwe Kerkûkê biparêzin
Sekreterê Partiya Sosyalîst Demoktatên Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd ragihand, ku ew ji bo parastina Kerkûkê çûne bajêr û li hember her egerekê jî amade ne.

Mihemedê Hacî Mehmûd ji Rûdawê re got: “Em ji bo parastina bajêr hatine Kerkûkê ne ji bo şer. Hêvîdar im şer dernekeve û bi riya guftugoyan pirsgirêk were çareserkirin. Lê eger bixwazin şer bikin û çavê wan li ser xaka me be, em amade ne bi xwîna xwe xe biparêzin.”

Li ser liv û tevgera hêzên Iraqî ya li nêzîkî çeperên pêşmerge jî Hacî Mehmûd diyar kir: “Em dizanin Heşda Şeibî amadekarî kirine û hêz anîne Beşîrê. Lê hêzên pêşmerge jî hemû amadekariyên xwe kirine.”

Sekreterê Partiya Sosyalîst Demoktatên Kurdistanê got: “Me digot qey piştî Saddam Husên ti kes hizra bikaranîna hêzê li dijî Kurdistanê nake. Lê diyar e ku tenê rûxsarên hikûmeta Iraqê hatiye guhertin. Gefxwarin û bikaranîna hêzên ji wan re nerît e.”

Piştî liv û tevgera hêzên Iraqî ya ser sînorên Başûrê Kurdistanê, hêzên pêşmerge jî xwe ji bo her egerekî xwe amade kirin.

Şeva derbasbûyî (13-10-2017) hêzên pêşmerge li seranserê sînorên Kurdistanê, bi taybetî jî li Kerkûkê di amadebaşiyê de bû.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û fermandarên pêşmerge heta sibê jî serpereştiya rewşê dikirin.

Rudaw
Top