• Friday, 20 February 2026
logo

Çend serkirdeyên YNK di pilana Heşda Şeibî de beşdarin

Gulan Media October 13, 2017 Nûçe
Çend serkirdeyên YNK di pilana Heşda Şeibî de beşdarin
Çend serkirdeyên YNK li ser wê yek rêkeftine ku, rê ji bo çûna Heşda şeibî di nava Kerkûkê xweşbikin derbarê wê yekê hejmarek daxuyanî belav kirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê bi hiceta beşdariya taziya Mam Celal Bafil Talebanî û Lahor Cengî çûne Bexda û li gel hejmarek berpirsên bilind yê Îranê civiyane û di bin tirs û gefê de li gel wan rêkeftinek kirin.

Her li gor zanyariyan daxuyaniya roja Pênçemê 12.10.2017 ya Bafil Talebanî, Aras Cengî û Lahor Talebanî derbarê Kerkûkê di çarçoveya wê rêkeftinê de bû, amanca wê ew bû ku, ji wan re bidin diyar kirin Kurdistan ne yek rêze û rêya çûna Heşda Şeibî bo Kerkûkê xweş bikin.

Ev yeke di demekê de ye ku, beşek ji serkirdeyên dilsoz ên YNK ji destpê û heta û heta niha piştîvaniya encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê kirine û li gel vê rêkeftinê ne.

Basnews
Top