• Friday, 20 February 2026
logo

Ji Berdevekê Erdogan daxuyaniyek nû derbarê deriyên sînorî de

Gulan Media October 12, 2017 Nûçe
Ji Berdevekê Erdogan daxuyaniyek nû derbarê deriyên sînorî de
Bedevekê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê daxistina deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re de got, em dê ligel Tehran û Bexdayê wê yekê gav bi gav bicih bikin.

Bedevekê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî beşdarkirina li Litkûkeya Sektora Vizyoner a MUSAÎDê pirsên rojnemevanan bersivand û got ew dê li gel Bexda û Tehranê gav bi gav deriyên sînorî yên bi Kurdistanê re bigirin.

Îbrahîm Kalin pirsa peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Emîn Aba “Di rojeve we de girtina deriyên sînorî û rawestandina veguhestine petrola Herêma Kurdistanê heye?” wiha bersivand:

“Niha em dê wê yekê gav bi gav dê ligel Tehran û Bexdayê pêk bînin. Di vî warî de berpirsyariyeke mezin a rêveberiya Hewlêr û Barzanî heye. Heger ew erke dikeve ser milên wan bikin jixwe pêwîstî dê bi vê yekê nemîne. Lê heger li ser şaşiyên xwe berdewam bin bila baş bizanibin encamên wê jî dê hebe.”

Klin herwiha anî ziman ew naxwazin Kurdan ceza bikin lê ew rê nadin ku Iraq yan Sûriye bê perçekirin û divê Kurd jî îtirafê bi yekîtiya Iraqê bikin û wiha domand: “Niyeta ew e ku rê li ber perçekirina Iraqê bigirin. Bila ew jî ji vê yekê vegerin an dê hemû aliyê ji vê yekê zerarê bibînin. Heger aliyekê din jî hewl bidaya Iraqê yan Sûriyê perçe bike em dê dîsa li dijî wan derbiketiya.”

Ligel gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rayêdarên hikumeta Tirkiyê yê girtina deriyên sînorî heta niha jî peywendiyên bazirganî di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de berdewam in. Aborînas jî dibêjin ku zehmet e ku Tirkiyê deriyên sînorî bi Herêma Kurdistanê re bigrin çimkî herî zêde bazîrganiya Tirkiyê dê ji wê yekê zerarê bibîne.

Rudaw
Top