• Thursday, 19 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Çi hêza nêzîkî Pêşmerge bibe, emê bi tundî bersiva wê bidin

Gulan Media October 12, 2017 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Çi hêza nêzîkî Pêşmerge bibe, emê bi tundî bersiva wê bidin
Berpirsê bereya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ji duh êvarî ve tevgera firokeyên hevpeymanan li sînorê navçeyê zêde bûne, ew piştî wê yekê bû, ku hêzên Heşda Şeibî li wê navçeyê dest bi tevgerê kirin.”

Kemal Kerkûkî got: “Pêşmerge ji bo şerê DAIŞê li wê navçeyê belav bûye, nek ji bo şerê hêzên Iraqî, lê emê bi tundî li pêşya her hêzekê rawestin ku bixwaze êrîşî sengerên Pêşmerge bike.”

Ji aliyekî din ve, berpirsê bereya başûrê Kerkûkê Westa Resûl ragihand: “Her hêzek bixwaze nêzîkî sengerên Pêşmerge bibe, emê bihêz bersiva wê bidin.”

Herweha got jî: “Hêzên Pêşmerge bi temamî di amadebaşiyê de ne, lê heya niha ti karekî nexwestî ji aliyê hêzên Iraqî ve nehatiye kirin.”

K24
Top