• Friday, 20 February 2026
logo

Xurmatû…Heşdî Şeibî gef li malên kurd dike!

Gulan Media October 12, 2017 Nûçe
Xurmatû…Heşdî Şeibî gef li malên kurd dike!
Rêveberê asayîşa Xurmatû ragehand, ku milîsên Heşdî Şeibî gef li malên kurd dike û ji wan re dibêjin divê malên xwe vala bikin û biçin.

Rêveberê asayîşa Xurmatû Eqîd Kawe Kakeyî ji BAsNewsê re ragehand: ‘’Heşdî Şeibî li Xurmatû gef li çend malên kurd ên li taxa ‘’Hey Eskerî’’ kirine û ji wan re gotine divê malên xwe vala bikin, lê naha qaymeqamiya Xurmatû li gel hejmarek kesên din di navbera her du aliyan de li ser xetê ne.’’

Rêveberê asayîşa Xurmatû got, Heşdî Şeibî dixwaze li Xurmatû xelkê bixwe ve mijûl bike, lê armanca wan Kerkûke û dixwazin bigehin Kerkûkê.

Herwaha got: ‘’Heşdî Şeibî bihêz ve navêje ser malên kurdan, bi rêya çend kesekan ve hişyarî û agahdariyê bo malên kurdan rê dike ku malên xwe vala bikin, heger na eger wisa nekin bihêz ve bavêjin ser malan em wekî hêz rê nadin tiştê wisa û emê li hember wan bin.’’

Basnews
Top