Muelim: Kurd dixwazin berî Hikûmetê dest li ser deverên petrolê deynin
Muelim di civînekê de li gel hevpostê xwe yê Rûsî Sergey Lavorv, li navçeya Sochi li ser derya Reş got: “Kurd zanin ku Sûriyê qet qebûl nake serweriya wê were binpêkirin.”
Navhatî diyar kir: “Alîkarî û piştgiriya Amerîkî Kurd serxweş kirine û divê bizanin ku ev alîkarî dê heya heya dom neke.”
Herweha Muelim tekez kir, ku welatê wî dê ji Amerîka bixwaze ew hevpeymana ku bi navê şerê DAIŞê çêkiriye hilweşîne, ji ber ku ew hevpeymanî her tiştî li Sûriyê xera dike ji bilî DAIŞa terorîst"
K24
