• Friday, 20 February 2026
logo

Di dîroka Îranê de yekemîn car kurdek bû parêzgarê Urmiyê

Gulan Media October 12, 2017 Nûçe
Di dîroka Îranê de yekemîn car kurdek bû parêzgarê Urmiyê
Piştî avabûna Komara Îslamî ya Îranê yekemîn car kurdek bû parêzgarê Urmiyê. Herwiha ji bo Sine jî parêzgarek kurd hate destnîşankirin.

Encûmena Wezîrên Îranê îro Çarşemê 11-10-2017, parêzgarên Urmiye û Sineyê jî di nav de, 4 parêzgarên nû destnîşan kirin.

Konsulê Îranê li Almanyayê Mihemed Mehdî Şehriyarî, ku li bajarê Mane û Similqana parêzgeha Xorosana Bakûr ji dayik bûye û bi rêgez kurd e, weke parêzgarê Urmiyê hate destnîşankirin.

Şehiryarî kurdekî ji mezheba şîe ye. Bi vî awayî Şehriyarî ji dîroka Komara Îslamî ya Îranê heta niha bû yekemîn parêzgarê kurd li Urmiyê. Parêzgarên berî yên Urmiyê piranî azerî bûn.

Herwiha Behrem Mûradînya jî bû parêzgarê Sineyê. Mûradînya ji bajarê Bîcarê ye û kurdekî şîe ye, di xula heştemîn a parlamentoyê de parlaemnterên vê bajarê bû.

Berî berpirsên hikûmetên Îranê soz dabûn, ku kursiyên parêzgariyê bidin kurdên sunnî lê parêzgarên 5 parêzgehên Kurdistanê hatine destnîşankirin û di nav wan te ti kurdekî sunnî nîne.

Rudaw
Top