• Friday, 20 February 2026
logo

Serokwezîr: Mamoste Kerîm Zend jiyê xwe ji bona parastina nasnameya neteweya xwe bexşî

Gulan Media October 12, 2017 Nûçe
Serokwezîr: Mamoste Kerîm Zend jiyê xwe ji bona parastina nasnameya neteweya xwe bexşî
Peyama sersaxiyê ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkefta wefatkirina xwedêjêrazî mamoste Kerîm Zend:

Mixabin, nûçeya wefatkirina mamoste Kerîm Zend bi min gihişt, sersaxiyê li malbat û dostên xwedêjêrazî û tevaya rewşembî û gelê Kurdistanê dikim.

Xwedêjêrazî ku dîroknas û cografînasekê navdar yê gelê me bû, gelek ji salên jiyê xwe ji bona parastin û xizmetkirina nasnameya neteweya xwe bexşî û gelek berhemên jêhatî û bijarte bi kitêbxaneya kurdî bexşîn ku ji bo nifş li pey nifşê bên ji bona lêkolîn û xwendinê çevkaniyên giring in.Canê welatparêziyê û berheviya xwedêjêrazî ji bo xebata ji bona azadîya neteweya xwe rastiyeke ber bi çav e û beşdarîkirina wî di Komara Kurdistan li Mihabadê û şoreşa mezin a Îlonê de, bi hizir û qelema xwe, belgeyên wê rastiyê ne.

Piştî serhildana mezin a sala 1991ê a gelê Kurdistanê jî, wî, di warê dîrokî, rewşenbîrî û perwerdeyê de roleke bi bandor hebû.
Biwefatkirina mamoste Kerîm Zend, gelê Kurdistanê rewşenbîr, dîroknas, dilsoz û kapasîteyeke mezin ji dest da.

Careke din sersaxiyê li balbata birêz ya xwedêjêrazî û tevaya gelê Kurdistanê bi giştî, nivîskar û rewşebnîran bi taybetî dikim, cane mamoste Kerîm Zend şad be.

Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
10.10.2017
Top